Ji ber stranên Kurdî ceza dan Leyla Guven

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Jinan a Xarpetê, ji ber stranên Kurdî gotine, cezayê hevdîtin û ragihandinê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û 8 girtiyên din hat birîn.

Li Girtegeha Jinan a Xarpêtê, derbarê 9 jinên girtî de ji ber ku stranên Kurdî gotibûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Hevseroka KCD Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDPê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav wan kesan de ne ku ji ber stranên Kurdî, ceza li wan hatiye birîn.

Rêveberiya girtîgehê, ji ber ku stranên Kurdî gotine û govend gerandine, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li ser 9 jinan ferz kiriye.

Keça Leyla Guven Sabiha Temizkan li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ez bi diya xwe Leyla Guven re axifîm. Di encama vê lêpirsînê de di nav de diya min jî bo hinek girtiyan cezayê ragihandinê û bo girtiyên din jî cezayê hevdîtina malbatî hatiye dayîn. Ji ber ku bi zimanekî nayê zanîn stran gotine û govende gerandine.”