HDP li Wanê mitînga Roja Aştiyê ya Cîhanê saz dike

31-08-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  mitîngekê saz dike. 

Ofisa Ragihandina HDPê ragihand ku amadekariyên mitînga ku dê bi şîara "Aştî dide jiyîn" bi hevkariya HDPê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Wanê bê saz kirin, temam bûne.

Li gor ragihandinê mitîng dê 1ê Îlonê demjimêr 15:00an de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan li Parka Musa Anter bê sazkirin.

Di amadekariyên  mitînga ku Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgiriya wê dikin,  li kolanên Cûmhûriyet û Mereşê û Kuçeya Hunerê yên navçeya Rêya Armûşê belavok hatin belavkirin û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û welatiyan vexwendin mitîngê.  

Herwiha bi armanca beşdarîbûna welatiyan li gelek bajarên din yên Bakurê Kurdistanê  jî belavok hatin belavkirin.

HDP di çarçoveya çalakiyên Roja Aşitiyê ya Cîhanî de dê li bajarên Amed, Xarpêt, Meletê, Riha û Dîlok yên Bakurê Kurdistanê jî mîtîngan li dar bixe.

 Rêxistina Stenbolê ya HDPê li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye ku ew bi boneya Roja Aşitî ya Cîhanî  ku her sal di 1ê Îlonê de tê pîroz kirin, îsal dê  5ê Îlonê  li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê mîtîngekê saz bikin.

Herwiha HDP dibêje li Amedê jî  bo destûra mîtîngê serî li parêzgarî Amedê hatiye dayîn û li benda biryarê ne. Tê plankirin ku mîtîng di 4ê Îlonê de li meydana Îstasyonê bê kirin û tê çaverêkirin Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beşdar bibin.

Her sal bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê HDP li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mitînga saz dike û li gelek bajaran jî midexeleya polîsan çêdibe.

Roja Aşitiyê ya Cîhanî sala 1981ê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyar kirin û biryar hatiye dan ku di sêyemîn Sêşema Îlonê de bê pîroz kirin. Di 7ê Îlona 2001ê de bi biryara 55/282 ya Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, 21ê Îlonê weku Roja Aşitiyê ya Cîhanî hatiye ragihandin. Piştre 1ê Îlonê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weku  Roja Aşitiyê ya Cîhanî hatiye pesend kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst