Leşkerên Tirkiyê parêzerekî Kurd li Rojavayê Kurdistanê kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Tirkiyê parêzerekî Kurd li nêzîk bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê kuştin.
Li gor agahiyên berdest, dema ku parêzerê Kurd Salar Remezan hewl dida bi rêya qaçaxçiyan li nêzîkî bajarê Tirbespiyê sînor derbas bike, ji aliyê leşkerên Tikriyê ve hatiye girtin.
Parêzer Salar Remezan Osman, ku xelkê gundê Abirê yê navçeya Aliyan bû, ji aliyê leşkeran ve bi elektirîkê hatiye îşkecekirin û piştre ji bo aliyê Rojavayê Kurdistanê hatiye avêtin.
Xelk wî radikin nexweşxaneyeke Qamişlo, lê roja Duşemê canê xwe jidest dide.
Li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, hejmara giştî ya koçberên ku ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin, heta 25ê Tebaxa 2021ê, gihiştibû 505 kesan, di nava wan de 95 zarok, û 67 jin hene.
Hejmara birîndaran jî gihiştiye 798 kesan, wan kesan hewl dabûn sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê derbas bikin, yan jî nişteciyên navçeyên sînorî bûn.