Ji malbata Nadir Nadirov spasname

31-08-2021
RÛDAW
Nîşan Nadir Nadirov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser navê malbata rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê Kurdê Soviyeta berê, Nadir Nadirov ku berî çend rojan koça dawî kir, kurê wî Barî Nadirov û bûka wî Narîn Nadirova spasnameyek ji bo hejmareke rayêdarên Kurd, rêxistin û partiyên Kurdan re şand ku serxweşî li wan kiriye.

Li ser navê malbatê Barî Nadirov û Narîn Nadirova ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Sekreterê Giştî yê Partiya PDK-Sê Siûd Mela, Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî , Rêveberiya HDPê û Rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re spasname şandin.

Di spasnameya xwe de malbata Nadirov dibêje: “Em li ser navê kesûkar û malbata Akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov (Nadirê Keremê Hecî Nadir) spasî û malavahiyê li cenabê we dikin ku hûn di wefat û koça dawî ya bavê me yê kurdperwer û dilovan de hevpar û xemxwarê şîn û sersaxiya me bûn.

Malbat herwiha diyar dike: “Bavê me Nadir Nadirov zarokekî ji malbata sirguniyên piştî serhildan û berxwedanên sirguniyê, herdem xwediyê hêvî, daxwaz û mirazên li ser azadî, serfirazî û bextewariya gel û welatê me bû ku îro bi serbilindî li dar dikevin. Nadir Nadirov 89 salên jiyana xwe bi hişmendiya kurdî û kurdewariyê derbas kir. Çawa ku wî dabû ser riya pîroz, emê jî wekî malbata wî herdem hewl bidin riya wî ji xwe re bikin rêber û rêzaniya jiyana xwe.”

Ji bo Serok Barzanî jî malbatê wiha gotiye: “Herwekî cenabê we jî dizane bavê me Nadir Nadirov zarokekî ji malbata sirguniyên piştî serhildan û berxwedanên sirguniyê bû ku 66 sal beriya niha, di 23 saliya xwe de gava şagirtekî zankoyê ye, li Moskovayê li civata Serokê Şoreşa Neteweya Kurd, Mele Mustefayê Nemirê Xwedêjêrazî diqeside. Bavê me, rûmet û serbilindiya gelê kurd Nadir Nadirov ji wê rojê heta roja koça xwe ya dawî, herdem li her derê behsa wê rojê û behsa wê hevdîtinê dike ku herdem ji xwe re kiriye nimûneyeke qenc a jiyanê.”

Serok Mesûd Barzanî jî di peyama xwe serxweşiyê de gotibû: “Nadir Nadirov zanayekî navdarê Kurd û xwedanê bi dehan pirtûk û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke bibandor jî di yekxistin û serpireştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û ji destdana wî ziyaneke mezin e.”

Malbata Nadirov herwiha ji Nêçîrvan Barzanî re jî dibêje: “Bavê me Nadir Nadirov herdem bi têkoşîna Mele Mistefayê Nemir û Îdrîs Barzaniyê herdemzindî, serfiraz û serbilind bûye û xebat, dîplomasî û xizmeta cenabê we Nêçîrvan Barzanî jî gelekî hêja, qedirbilind û serkeftî nirxandiye û vê yekê herdem di civat û sohbetan de bi me re parve kiriye. Hêvî, daxwaz û mirazê bavê me Nadir Nadirov herdem azadî, serfirazî û bextewariya welatê me bû ku îro bi saya cenabê we û riya ku we daye pêşiya serkar û rêveberên welatê me bi serbilindî li dar dikeve.”

Di beşeke din a spasnameyê de tê gotin: “Bavê me Nadir Nadirov 89 salên jiyana xwe bi hişmendiya kurdî û kurdewariyê derbas kir. Çawa ku wî dabû ser riya pîroz, emê jî wekî malbata wî herdem hewl bidin riya wî ji xwe re bikin rêber û rêzaniya jiyana xwe.

Bi vê nameyê em careke din spasî û malavahiyê li cenabê we dikin û ji Xwedayê Dilovan saxî û silametiyê ji we re dixwazin.”

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê navdarê Kurd ê Soviyeta berê û Kazaxistanê, Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, 24ê Tebaxa 2021an di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye, herwiha xezûrê Narîn Nadirova, bankera navdara Kurd li Kazaxistanê ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin pê kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dikir ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov herwiha gelek xelat hem ji Yekîtiya Sovyet û hem jî li Kazaxistanê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst