Daristanên Bedlîs, Çewlîg û Dêrsimê dişewitin

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê li darsitanên çend navçeyên parêzgehên Bedlîs, Çewlîg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Ji ber bayê zêde agir berbelav dibe û li Çewlîgê agir nêzîkê navçeyên niştecihbûna xelkê bûye.

Li parêzgeha Bedlîsê agirê ku roja 30ê Tebaxê bi darsitanên devera Ava Weqfê ketiye, ligel hewldanan jî heta niha nehatiye kontrolkirin. Xelkê navçeyê bi hewldanên xwe beşeke biçûk a agir vemirandine, lê agir hê nehatiye kontrolkirin û xelkê deverê daxwaza alîkariya bilez dikin.

Li parêzgeha Çewlîgê jî agirê ku ji roja 29ê Tebaxê ve bi daristanên gundê Çîkan û Saritosun ser bi bajarokê Xorxolê ketiye, ji ber bayê zêde her diçe berbelav dibe. Agir tenê 6-7 kîlometre dûrî bajarokê Xorxolê ye, Rêveberiya Karûbarê Parêzgeha Çewlîgê daxwaza helîkopterê kiriye bo vemirandina agir.

Li Dêrsimê jî piştî kontrolkirina agirê daristanên bajarokê Xozatê ku du hefteyan berdewam bû, êvara roja Yekşemê 29ê Tebaxê agir bi daristanên du bajarokên din ên wê parêzgehê ket. Serokê Şaredariya Dêrsimê, tîmên şaredariyê û tîmên xwebexş hewl didin agir kontrol bikin.