Galeriya wêneyan

31-08-2020
14 Photos
RÛDAW

Li navçeya Bazîd ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, nimayişa modayê ya markaya navdar a cîhanî Dosso Dossi bo cilûbergên werza zivistanê bi beşdariya mankenên navdar hat lidarxistin.

Nimayişa modayê ya Dosso Dossi li kela Ishaq Paşa ya li navçeya Bazîdê destpê kir û li Çiyayê Agirî û li cihê ku tê gotin şûna Keştiya Nuh e jî berdewam bû.

Modayên cilûbergên ku di wê nimayişê de hatin nîşandan, dê li ser platfromên dîcîtal û li zêdetirî 50 welatan bên firotin.

Jêder: AA