Li Xarpêtê di mala welatiyekî de 8 kamyon gilêş derket

31-08-2018
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Gilêş Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xarpêt a Bakûrê Kurdistanê di mala hemwelatiyekî de barê 8 kamyonan paşma û gilêş derket.

 

Li taxa Îcadiye ya Xarpêtê piştî ku ji mala hemwelatiyê bi navê (Î.Ç) yê 57 salî bêhneke nexweş hat, cîranan li cem şaredariyê gilî kirin.

 

Li ser vê yekê tîmên şaristaniyê bi ser mala (Î.Ç) de girtin û  ji malê barê 8 kamyonan paşma û gilêş derxistin.

 

 

Berpirsê tîma şaredariyê Mistefa Baştaş da zanîn, ku beriya du salan dîsa li ser giliya hemwelatiyan ji heman malî gilêş hatine derxistin lê (Î.Ç) di nav du salan de careke din ev hinde paşma kom kirine.

 

Baştaş diyar kir, ku wî hemwelatiyê komkirina gilêşan ji xwe re kiriye kar û ji lewra jî hatiye hişyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst