Li Qamişlo di navbera Asayişê û çekdarên mesîhî de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro pêncşembiyê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û çekdarên mesîhî yên Sotoro yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de şer û pevçûn derket.

 

Çavkaniyên xwecihî yên ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandin, ku şer û pevçûnên navbera hêzên Asayişê û çekdarên Sotoro li Taxa Elwusta a bajarê Qamişloyê çê bûne.

 

Li gorî wan çavkaniyan, di encama pevçûnan de çekdarekî Sotoro, ku hêzeke ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye, birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişloyê hatiye veguhastin.

 

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin, ku hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser hêzeke mezin li nava bajarê Qamişlo û bi taybet li derdora bazara Qamişlo bi cih kiriye.

 

Herwiha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser piştî şer û pevçûnan, Taxa Elwusta ku şer lê çêbûye, bi temamî dorpêç kiriye, rêbend û xalên kontrolê zêde kirine û rêkarên ewlehiyê tundtir kirine.

 

Di sala bihorî de jî, li Taxa Elwusta ya Qamişloyê ku piraniya rûniştvanên wê Mesîhî ne, şer di navbera çekdarên Sotoro û hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser de derketibû.

 

Herwiha di heyama sala bihorî de, çend teqîn jî li wê taxê çê bibûn, ku di encama wan teqînan de hejmarek kes hatibûn kuştin û hejmarek kes jî birîndar bibûn.

 

Dîmenên şerê îşev ê navbera hêzên Asayişê û çekdarên Sotoro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.