DUHOK – Çend xort ji bo ku bertek nîşan bidin çûn ser ofîsa NRT

31-08-2017
RÛDAW
Nîşan Duhok Xort Bertek Ofîs NRT
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li Duhokê çend xort çûn ser ofîsa kanala NRT û li gor daxuyaniya wê kanalê “xortan xwestine ofîsa NRT ya li Duhokê bigrin û tabloya NRT jî daxin, lê piştre hêzên ewlehiyê yên Duhokê gihiştine ofîsê, rewş kontrol kirine.”

 

Navenda Metroyê ya Parastina Rojnamevanan li hember vê bûyerê bertek nîşan da û daxwaz kir “Rikeberiya siyasî di qonaxa pêkanîna giştpirsiyê de bila nebe hinceta binpêkirina azadiya ramanan û azadiya rojnamevaniyê.”

 

Navenda Metroyê herwiha diyar kir: “Ev êriş li hember dengê 'Nexêr' teşwîqa tundiyê ye û ji têkbirina aştiya civakî re rê vedike.”

 

Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Dema ku agahdar kirin, hêzên me yên polîs li ofîsa NRT amade bûn û bêyî ku ti zirarek bigihîje mal û canê ti kesî, ew xort ji wir hatin daxistin.”

 

Hêmin Silêmanî herwiha diyar kir: “Niha rewş asayî bûye û karmendên wan karê xwe yê asayî dikin. Çend polîs jî li ber deriyê ofîsê li bendê ne heta ku ev alozî biqede.”

 

Li ser sedema bûyerê jî Berdevkê Polîsê Duhokê got: “Kesên ku çûne ser ofîsê çend xort bûn ku li ser gotinên NRT yên ji bo giştpirsiyê bangewaziya 'Nexêr' dikin, hers bûne û daxwaz dikin ku NRT helmeta xwe bi dawî bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst