Parlamenterê HUDA PARê: Îro ziman doza me hemûyan e

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li hemberî jêbirîna hişyariyên bi Kurdî nerazîbûn nîşan da û got, “Îro ziman doza me hemûyan e.”

Piştî Amed, Wan û navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî li hemberî jêbirina hişyariyên bi zimanê Kurdî bê deng nema û li ser hesabê xwe ê Xê bi zimanekî îronîk nerazîbûn nîşan da.

Serkan Ramanli li ser hesabê xwe bi awayî îronîk wiha got:

“Li bajarên wekî Amed û Mêrdînê, rêz û hurmeta ku parêzgar ji zimanê Kurdî re digirin, giriyê min tîne.

Hişyariyên trafîkê ên ku bi Kurdî li ser erdê hatine nivîsîn, ji bo kes pêlê neke, jê birine.

Wekî Kurdekî ez li hêviyê me ku wê hestyariyê li hemberî zimanê Tirkî yê birayê me ên Tirk jî nîşan bidin.

Tirkî jî ayeta Xwedê ye, ma ne?”

Serkan Ramanli her derbarê vê mijarê bû mêvanê bultena Rûdawê ku Zana Hêvîdar pêşkêş dike.

“Ev çi bêtehemûlî ye li hemberî Kurdî”

Ramanli bal kişand ser bêtehemûliya li hemberî Kurdî û got:

“Dibe ku zimanê me ji hev cuda be lê em di nav dewletekê de dijîn. Ev bêtehemûliyê li hemberî zimanê Kurdî çi ye û bi çi rengî tê rojeva me, ez heyret dikim.

Em bi her awayî dibêjin beriya 10-15 salan hikûmeta AK Partiyê pêşî li ber zimanê Kurdî vekir.

Dersên Kurdî hatin dayîn, qursên ziman hatin vekirin û îro li zanîngehan beşa zimanê Kurdî hene. Mamosteyên me diçin wan beşa û tên zarokên me hînî Kurdî dikin...

Lê ev çi bêtehemûlî ye, bi rastî ev kiryar ne ji bo hikûmetê û ne ji bo AK Partiyê tiştekî baş nîne.

Rast e parêzgar vê biryarê didin lê em dibêjin ev ne rêyeke rast e.”

“Îro ziman doza me hemûyan e”

Ramanli amaje bi girîngiya xwedîlêderketina zimanê Kurdî kir û got:

“Divê em bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin, îro xortên HUDA PARê li Batmanê (Êlih) ji bo xwedîlêderketina ziman xwepêşandanek kir.

Îro ziman doza me hemûyan e. Çi partî dibe bila bibe AK Partî jî di nav de çi kesê ku bibêje ez Kurd im divê li zimanê xwe xwedî derkeve.

Îro parêzgar bi çi awayî bêtehemûliyê nîşan bide jî divê em jî li hemberî wê yekê bisekînin.

Ez dixwazim bi wesileya we bangî hikûmetê bikim, carna dema em rû bi rû dirûnin û hevdîtinan dikin em wan îqaz dikin. Em dibêjin ev ne rêyeke rast e.”

“Nivîsên bi Kurdî ji trafîkê re nabin asteng”

Li ser pirsa “We hewl daye ku zanibin çavkaniya van biryaran ji kû derê tê?” Ramanli wiha got:

“Em dê vê yekê bipirsin lê wekî hûn jî dizanin lê Amed û Mêrdînê ev yek kiribûn.

Îro me bihîst ku li Êlihê jî kirin. Me nerazîbûna xwe nîşan da lê wekî we got em dê sedema vê yekê ji wan bipirsin ka bi çi heqî dikin.

Nivîsên bi Kurdî ma ji trafîkê re dibin asteng. Pêr 4 welatiyên me li ser rêya Êlihê di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da.

Me digot ji bo wê tedbîran wergirin lê berê xwe nadin wê derê.

Ev çend sal in em wan hişyar dikin, dibêjin îro, sibe em dê tedbîran wergirin lê vaye diyar e hişê wan ne li ser tedbîrên trafîkê ye lê li ser bêtehemûliya Kurdî ye.

Em jî vê yekê qebûl nakin û em dê hesabê vê yekê jî ji wan bipirsin.”

“Divê pêşiya ziman bê vekirin”

Di berdwamiya axaftina xwe Ramanli got:

“Ev ziman zimanê me ye û Xwedê ev ziman daye me. Divê pêşiya ziman bê vekirin.

Em nabêjin bi carekê de hemû tiştên me serast bikin lê divê hin bi hin pêşiya van bê vekirin.

Ji aliyekî ve em dê hewl bidin beşên Kurdî li zanîngehan bên vekirin û ji aliyekî ve jî hinek kes dê rabin pêşiya Kurdî bigirin û nivîsên Kurdî ji qadan rakin. Ev yek nakokî ye û ne rast e.”

“Em dê Kurdî her tim bînî rojevê”

Derbarê xebatên HUDA PARê yên ji bo zimanê Kurdî jî Ramanli wiha got:

“Nêrîna me ya li ser zimanê Kurdî jixwe eşkere ye. Kiryar û gotinên me jî diyar in.

Pêwendiyên me jî bi AK Partiyê re hene û em dê her derfetê vê yekê bînin rojeva hikûmetê da ku ev tiştên nerast ji holê rabin.

Ev yek dibin sedema bêhizuriya herêma mê jî.”

“Eger em pêşiya van karan negirin ew dê berbelav bibin”

Ramanli herwiha bi bîr xist ku ew kesekî hiqûqnas e û got:

“Ez wekî hiqûqnasekî dibêjim ti eleqeya walîtiyan nîne midexaleyî van karên bike.

Ew karên şaredariyan e, walîtî bi çi rengî vê yekê dikin ez nizanim.

Eger em pêşiya van karan negerin ew dê berbelav bibin lê eger em pêşiyan bigirin ew dê vekişin.

Lewra divê em bi her rengê xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.

Em dibêjin ziman hebûna me ye, eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin em dê nekarin li hebûna xwe jî xwedî derkevin.

Berpirsiyarî li ser milê siyasetmedaran e û AK Partî jî di nav de.

Ez dizanin gelek siyasetmedar û parlamenterên AK Partiyê ji van kiryaran ne razî ne.

Dijminatiya li hemberî Kurdî sûdê nade kesî. Gelek pirsgirêkên me yên din hene lê ew tên pirsgirêkên bi rengî danin ber me û rojeva me diguherin.”