Li Çewlîgê cêwiyên 9 salî di çem de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistanê cêwiyên 9 salî ketin çem û xeniqîn.

Cêwiyên bi navê Cengîz û Bunyamîn Tiryakî îro li navçeya Kanîreşê ji bo xwe hênik bikin ketin çem lê piştî demekê di nav avê çem de winda bûn.

Welatiyên derdorê her du zarokên 9 salî ji avê derxistin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku her du zarokan canê xwe ji dest daye.