Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifûs kêm û kal û pîr dibe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Kalbûn Pîrbûn TUÎK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku dawiya sala 2023yan 85 milyon û 372 hezar û 377 kes bû, sala 2100î dadikeve 77 milyonan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe rêjeya jidayikbûnê dadikeve û nifûs kal û pîr dibe.

Sala 2001ê rêjeya jidayikbûnê ji sedî 2,38 bû û ev rêje sala 2023an daketiye ji sedî 1,51ê.

Dema rêjeya jidayikbûnê dadikeve bin 2,1 nifûsa wî welatî hêdî hêdî kêm dibe.

Lê li Bakurê Kurdistanê rêjeya ji ayikbûnê li gorî bajarên Tirkiyeyê bilindtir e.

Li gorî lêkolîna “Projeksiyonên Nifûsê, 2023-2100” a TUIKê, nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku niha 85 milyon û 372 hezar û 377 kes e heta sala 2100î dadikeve jêr 77 milyonan.

Ji her sê kesan yek dê kal û pîr be

Herwiha heta sala 2075an ji her sê kesan yek dê kal û pîr be.

Li gorî amaran nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2030î digihe 88 milyon û 188 hezar û 221 kesan, sala 2050î jî digihe 93 milyon û 774 hezar û 618 kesan.

Piştî salên 2050î nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kêm dibe û sala 2100î dadikeve bin 77 milyon kesan.

Eger rêjeya jidayikbûnê ji ya pêşbînîkirî zêdetir dakeve nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2100î dadikeve bin 55 milyon kesan.

Eger tedbîr bên wergrtin û rêjeya jidayikbûnê bilind bibe sala 2056an nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 100 milyonî derbas dike.

Li gorî TUIKê, rêjeya kal û pîran sala 2023yan yekem car ji sedî 10 derbas bû.

Li gor pêşbîniyan sala 2050î digihe ji sedî 23,1, sala 2075an digihe ji sedî 31,7 û sala 2100î digihe ji sedî 33,6 û ji her sê welatiyan yek kal û pîr dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst