PWK: Destpêka bersiva Enfala Barzaniyan tifaqa neteweyî û parastina destkeftinan e

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir û got, "Destpêka bersiva Enfala Barzaniyan tifaqa neteweyî û parastina destkeftinan e."

Îro 41 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin.

PWKyê bi vê mebestê peyamek belav kir û got, "Em 8 hezar şehîdên Enfala Barzaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin."

PWK di peyama xwe de wiha gotiye:

"8 Hezar mêrên Barzaniyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji aliyê rejîma Sedam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û birin herêma Qûştepeyê ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisiyê heps kirin.

Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteke mezin de hatin wendakirin.

Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê re 41 sal derbas bûn lê hîn jî ti xeber ji piraniya van 8 hezar kesan nîne.

Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.

Em di 41emîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hemû qesasên Enfala Barzaniyan careke din rûreş dikin.

Em dibêjin, bersîva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzaniyan ew e ku hemû aliyên Başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya neteweyî, niştimanî pêk bînin û hemû Kurdên cîhanê li destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin, pêş de bibin.”