Serok Barzanî li ser Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de got, “Ew tawanên ku li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, encama zihniyeta şovenîst û nemirovane ya desthilatdarên berê yên Îraqê bûne.”

Di ser enfalkrina 8 hezar Barzaniyan de 41 sal derbas bûn.

Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî got, “Rejîma berê ya Îraqê bi kiryareke ne rewa û bê wijdane 8 hezar Barzaniyên ciwan û pîr ji temenê neh heta heta nod salî girtin, tenê ji ber ku Barzanî û Kurd bûn, li çolên başûrê Îraqê bi awayekî nemirovane komkujî kir.”

Serok Barzanî enfalkirina Barzaniya wekî destpêka zincîreya tawanên rejîma berê ya Îraqê bi nav kir û wiha pê de çû:

“Ev tawan beşek bû ji destpêka zincîreya tawanên ku ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve ji bo jinavbirina gelê Kurdistanê hatiye kirin, ji windakirina 12 hezar ciwanên Feylî û heta Enfal, kîmyabarana li seranserê Kurdistanê, erebkirin, koçberkirina bi darê zorê û guherîna demografiyê ya Kurdistanê.

Di 41emîn saliya Enfala Barzaniyan de, em silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin.

Her wiha spasiya gelê kedkar ê Kurdistanê, bi taybetî xelkê deşta Hewlêr, Herîr û Soranê dikin ku di wê dema tehl de hevsozê Barzaniyan bûne û alîkariya wan kirin.

Em spasiya kesûkarên qurbaniyên Enfalê, bi taybetî dayîk û jinên Barzaniyan yên ku bûne mînakên berxwedan û qehremaniyê û êşa bendewariyê, dûrbûn û wendakirina kesûkarên xwe dîtine, dikin.

Ew tawanên ku li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, hemû jî ji encama zihniyeta şovenîst, xwesepîn û nemirovane ya desthilatdarên berê yên Îraqê bûne.

Ev zîhniyet ji bo hemû gelên Îraq û herêmê, bûye sedema sereke ya paşketin, êş û karesatê.”