Nêçîrvan Barzanî: Enfalkirina Barzaniyan lê bû lekeyeke reş li eniya encamderan

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Enfala Barzaniyan wekî hemû tawanên din ên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwaz ê Kurdistanê bû lê bû lekeyeke reş li eniya encamderan.”

Îro 41 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 41emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, “Îro di 41emîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan da em 8 hezar mêr, kalemêr û ciwanên Barzanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku ji 31ê Tîrmehê heta nîvê Tebaxê sala 1983yan di operasyoneke hovane de, ji kampên neçarî li Hewlêrê, ji aliyê rejîma Îraqê ya wê demê ve hatin winda û komkujîkirin.

“Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê germtir û bi hêztir bû”

Silav li giyanê wan be, em bejna xwe li hemberî wan ditewînin, silav ji kesûkar û malbatên wan re.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de wiha anî ziman:

“Enfala Barzaniyan jî, wekî hemû tawanên din ên dîrokê, ji bo şikandina îradeya gelê azadîxwaz ê Kurdistanê bû, lê bû lekeyek reş li eniya encamderan.

Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê germtir û bi hêztir bû û bi cesarettir rûbirûyî zilm û dîktatoriyê bû.”

Dayikên dilovan yên Barzanî û bi giştî Barzaniyan hemû êş û azar û encamên xirab ên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan rawestiyan.

Wan karî zarokên xwe yên belengaz bi serbilindî perwerde û mezin bikin û nifşekî dilsoz û jêhatî perwerde bikin.

Ez wan hemû dayik, jin û xwişkên birûmet yên ku di hemû êş û rewşên dijwar da dest jê bernedan silav dikim û destê wan maçî dikim.”

Spas ji bo hemû kesên ku di wê dema dijwar da alîkariya lêqewimiyên Barzanî kir.

Xizmet û dilsoziya wan tu carî nayê jibîrkirin. Bi vê minasebetê em dupat dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din ên gelê Kurdistanê wekî jenosîd dê li ser asta navneteweyî berdewam bin.

Em tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê û tezmînata malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan dikin.

Silav ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê.”