KERKÛK - Artêşa Îraqê li ser mal û milkê Kurdan bi cih dibe

2 demjimêr berê
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Artêşa Îraqê li ser mal û milkê Kurdan bi cih dibe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Artêşa Îraqê li ser mal û milkê Kurdan bi cih dibe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Zevî Kurd Dagirkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê li ser zeviyên Kurdan baregehên leşkerî yên artêşa Îraqê tên çêkirin.

Arteşa Îraqê her ku diçe rûbera baregehên xwe yên li gundên Topzawa û Tirkelanê berfirehtir dike.

Arteşê mekîneyên kar anîne nav 90 donim zeviyên van gundan û heta niha 60 donimên van zeviyan xistine bin kontrola xwe.

“Em hawara xwe dibin berpirsên Kurdan”

Mihemed Hemîdê ku tapoya zeviyên wî heye ji Rûdawê re got:

“Jixwe 30 donim hatibû dagirkirin, niha jî tevî dagir dikin. Mekîneyên kar diyar in lê kesî em agahdar nekirine.

Zeviyan bi dilê xwe dagir dikir, ew hikûmet in lê tiştek ji destê me nayê.

Em hawara xwe dibin berpirsên Kurdan ku di hana me werin.”

Nûnerê Cotkarên Topzawayê Satih Nasîh diyar kir ku wan bi gelek aliyên pêwendîdar re pêwedî daniye lê heta niha jî ji bo cotkarên Kurd tiştek nehatiye kirin.

Keleha Kerkûkê heta sala 2003yan mala serkirdeyê Beasê Husên Kamil bû, heta êrişên piştî Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî ev keleh carinan di destê Pêşmergeyan de û carinan jî di destê artêşa Îraqê de bû.

Artêşa Îraqê niha li derdora vê kelehê bi dehan donim zeviyên Kurd û Tirkmenan dagir kirine.

Hêzên leşkerî yên Îraqê piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an bi berdewamî hewl didin zeviyên Kurdan dagir bikin.

Artêşa heta niha li ser eqarê 250 donim zevî baregehên leşkerî lê kirine.

Çavê artêşê bi vê jî bar nabe û roj bi roj zeviyên nû yên Kurdan dagir dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst