Tirkiyeyê gundên Efrînê topbaran kirin: Birîndar hene

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê gundên Bênê û Kiştiarê yên navçeya Şêrewayê ya Efrînê topbaran kirin.

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo ji herêma Şehbayê ji Rûdawê re axivî:

“Di encama topbaranê de, kalemêrê Kurd Ebdulrehîm Xakî Xûbariyê 90 salî û kurê wî Mihemed Ebdulrehîmê 45 salî, bi giranî birîndar bûn.”

Ji bo dermankirinê Ebdulrehîm Xakî Xûbarî û kurê wî birin Nexweşxaneya Avrînê ya li nahiyeya Fêfînê ya Şehbayê.

Bi gotina Îbrahîm Şêxo herwiha zererên topbaranê yên madî gelek bûn.

Ji 366 gundên Efrînê, 7 gund di bin destê Hêzên Rizgariya Efrînê de ne, her du gundên Bênê û Kiştiarê ji wan gundan in.

Ew gund jî li derdora bajarokên Şîenişîn Nubol û Zehrayê ne.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst