Parêzgarê Rihayê 'sînor' derbas kir: Çû Rojavayê Kurdistanê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Rihayê sînor derbas kir û çû bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di encama operasyona “Kaniya Aşitiyê” de hatibû dagirkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, parêzgarî wî bajarê Bakurê Kurdistanê Hasan Şildak îro li gel şandeyekê sînor derbas kiriye û çûye bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hasan Şildak li Serê Kaniyê destpêkê beşdarî “Civîna Koordînasyon û Nirxandinê” bûye.

Hinek fermandarên pilebilind ên artêşa Tirkiyeyê û berpirsên din beşdarî vê civînê bûne û Şildak serokayetiya civînê kiriye.

Şildak piştre jî li Deriyê Sînorî yê Serê Kaniyê ku çêkirina wî temam bûye lêkolîn kir.  

Li gorî zanyariyan, di serdanê de Rêveberê Giştî yê Ewlehiyê yê Rihayê Erdem Bîldîrîcî û Fermandarê Cendermeyan Mucahît Avkiran jî bi parêzgarê Rihayê re bûn.

Artêşa Tirkiyeyê payîza 2019an êrişa bi navê “Kaniya Aştiyê” li hemberî Rojavayê Kurdistanê pêk anî û di encama operasyonê de bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst