Li Xarpêtê di dawetê de pevçûn: 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di dawetekê de du alî pev çûn, 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Depê şeva borî li hola dawetê ya li Taxa Yeniyê di dema merasîma dawetê de ji ber sedemeke ne diyar du alî pev çûn.

Di encam de her du aliyan bi kêran êrişî hevûdu kir û 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.