Li Erzînganê welatiyekî bitemen di mala xwe de kuştî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bitemen di mala xwe de mirî hat dîtin ku derb li serê wî ketine. 

Li taxa Hamdiyeyê ya bajarokê Kavayoluyê ya Erzînganê welatiyê bi navê Nadim Yeşîl ku temenê wî 64 sal e, di mala xwe de bi mirî hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Termê welatiyê navborî piştî lêkolînên serdozgerê Komarê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erzînganê hat rakirin.

Li gor zanyariyan, "kes an jî kesan" derb li serê Nadîm Yeşîl dane.

Hat ragihandin ku polîsan lêkolîn daye destpêkirin û derbarê bûyerê de kesek hatiye destesekirin.