PAK û TDK-TEVGERê biryara yekbûnê da

Hewlêr (Rûdaw) - PAK û TDK-TEVGERê biryar da ku di bin banê partiyekê de bibin yek.

PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji Rûdawê re daxuyaniyek şand. 

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku wan biryar daye partiyeke nû ava bikin.

Di daxuyniyê de hate destnîşankirin kir ku ew derdora salekê ye di nav diyalog û xebateke berfireh de ne.

PAK û TEVGERê di daxuyaniya xwe ya hevbeş de ragihand:

“Piştî civîn û xebatên hevbeş, deklerasyona siyasî ya hevbeş û reşnivîsa bernamayê û raporên xebatê yên ku ji aliyên komîsyona hevbeş a TDK-TEVGER û PAKê ve hatibûn amadekirin, bi endam û piştgirên PAK û TEVGERê re hatin parvekirin.

Endam û piştgirên PAK û TEVGERê li gel nerîn, nirxandin û pêşniyarîyên xwe xebata yekîtiya siyasî û rêxistinî pesinand û wan piştgiriyeke girîng da pêvajoya yekîtiyê.”

Hat diyarkirin ku her du alî dê di 23ê Îlonê de bi kongreyekê biryara "yekbûnê" bi awayekî fermî ragihînin.

“Partiyeke xurt di xebatên hevbeş ên milî de dê bibe bingeheke esasî”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li Bakurê Kurdistanê partiyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz û Kurdistanî dê di avakirin, birêvebirin, hevkarî, tifaq û xebatên hevbeş ên milî, demokratîk de jî bibe bingeheke esasî.”

TDK-TEVGER û PAKê her wiha bangî hemû siyasetmedar, derdor, rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanî kir ku li derveyî pêvajoya yekîtiya sîyasî û rêxistinî ya ji bo avakirina partiyeke nû ya Kurdistanî nemînin.