Hêzên Îranê gule li şêniyên gundekî Kurdan reşandin: 3 kes birîndar bûn

31-07-2023
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Kana Keviran Hezên Îranê Gulebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê yên Îranê gule berdane şêniyên gundekî Rojhilatê Kurdistanê. Di encama gulebaranê de 3 kes birîndar bûn. 

Hinek ji şêniyên gundê Axereya Navendê doh li ber deriyê kaneke keviran kom bûbûn û wan daxwaza damezrandinê dikir.

Hinek şêniyên gundê Axereya Navendê yê navçeya Hawşara Tikabê ya parêzgeha Urmiyeyê, doh li ber deriyê kana keviran a wî gundî kom bûn û wan xwest ku soza damezrandinê ya ku hatibû dayîn were cîbicîkirin.

Rêveberiya kanê ti bersiv neda xelkê û alozî di navbera xelkê gund û nobedarê kanê de derket.

Piştre hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û wan gule li xelkê gund reşandin.

Di aloziyê de, 3 welatiyên bi navên Nasir Behramiyan, Hucet Muminzade û Armîn Nîkzad birîndar bûn.

Îro serê sibehê jî hêzên Îranê çûn nava gund û wan hinek şêniyên gund bi taybetî jî ciwanên gund desteser kirin.

Ji payîza par ve, kompanyayeke bi navê "Terawêrten" ku dest bi karê derxistina keviran ji kana gundê Axere kiriye, soz dabû xelkê gund ku dê wan di kanê de damezrîne.

Nêzîkî 9 mehan e bi damezrandina xelkê deverên din kevir tên derxistin lê heta niha xelkê her sê gundên Axereya Jorîn, Navend û Jêrîn nehatine damezrandin.

Di salên derbasbûyî de jî çend caran xelkê gundên Axereyê li dijî danemezrandina kesên biyanî nerazîbûn nîşan daye û gelek caran alozî derketiye.

Li nêzîkî van her sê gundan du kanên zêr ên bi navên "Zêrê Axere" û "Zirşoran" jî hene û her sal milyonek û 157 hezar ton zêr ji wan kanan tê derxistin.

Li gorî Rêveberiya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Urmiyeyê, di wan kanan 33 milyon û 300 hezar ton rezerva zêr heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst