Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de: Yekrêzî yekane rêya serfirazî û serkeftinê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya 40emîn salvegera Enfala Barzaniyan de, tekezî li ser yekrêziya di navbera aliyên siyasî de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 40emîn salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û got:

“Di demekê de ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, em tekeziyê li ser yekrêzî û hevgirtina hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê dikin ku yekane rêya serfirazî û serkeftina me ye.”

"Yekrêzî yekane rêya serfirazî û serkeftina me ye"

Îro 40 sal di ser windakirina 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzanî re derbas dibe ku ji dawiya tîrmehê heta nîvê Tebaxa 1983an bi destê desthilata wê demê ya Iraqê, bûne qurbaniyên tawaneke hovane.

Komkujiya Enfalê ya ku niha ji aliyê Iraqê û hejmarek welatên cîhanê ve weke komkujiyê hatiye naskirin, ji heşt qonaxan pêk tê û ev qonax bi Enfala 8000 Barzaniyan dest pê dikin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got:

“Em îro 40 saliya qurbanîdana 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzanî bi bîr tînin ku ji dawiya Tîrmehê heta nîvê Tebaxa 1983an di encama operasyoneke hovane ya rejîma wê demê ya Iraqê de hatin birin û careke din venegeriyan.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Bi hezaran malbatên Barzanî li kampên Quştepe, Behirkê, Herîr, Soran û cihên din ji aliyê rejîmê ve bê bav û bira man.

Bi hezaran jinên Barzanî yên ku bê hevjîn man, bi serê xwe rastî çarenûseke dijwar û nediyar hatin û wan tehemûlî bi dehan êş û bêbextî kir.”

Enfala Barzaniyan

Di 31ê Tîrmeha 1983an de, Komara Iraqê di operasyoneke ser Barzaniyan de 8 hezar xort, ciwan, mêr û kal li Quştepe, Behirkê, Diyana û Herîrê bi zorê xistine kampan û paşê ew birine çolên Iraqê û zindî binaxkirin.

Ew 8 hezar kesên hatin girtin zarok, ciwan û mêrên Barzanî bûn ku temenên wan di navbera 8 û 65 salî de bû.

Sedam Husên sala 1983an bi kuştina 8 hezar kesên ji malbata Barzaniyan dest bi Komkujiya Enfalê kir.