Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî: Bila zarok û pîr dernekevin

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Germahiya Zêde Bakurê Kurdistanê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da û ragihand ku dê germahi di çend rojên bê de ji 4 heta 8 pileyan zêde bibe.

Ev demek e pêleke germahiyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye daye ber xwe û bandoreke neyînî li welatiyan dike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê ji roja çarşemê û pê ve pêleke nû ya germahiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê bike ku wekî germaya "Eyyam-i Bahur" tê binavkirin.

Germahî ji 4 heta 8 pileyan zêde dibe

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê germahî ji 4 heta 8 pileyan li gorî germahiya asayî ya demsalê zêde bibe.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku dê li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê di navbera 1 û 6ê Tebaxê de germahiya hewayê zêde be.

"Bila bi taybetî zarok, kal û pîr agahdar bin"

Saziyê di daxuyaniyê xwe de hişyarî da û got:

"Germahî li Amedê dibe 40-42, li Rihayê 40-42, li Mêrdînê 36-39, li Êlihê 40-43, li Sêrtê 38-40 û li Şirnexê 34-37 pile.

Bila welatî bi taybetî di navbera saet 11.00-16.00an de ku dema herî germ a rojê ye ji bo tavlêxistinê bi tedbîr û hişyar bin. Bila bi taybetî jî zarok, kal û pîr agahdar bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst