KURDISTAN – Divê ev darberû were parastin, têne 10 dar mane!

31-07-2023
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Darberûya Macranserayê Çiyayê Hesen Beg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê tenê 10 derbarûyên bi navê “Macransera”yê mane û metirsî heye ku ev cureyê darberûyê nemîne.

Darberûya Macranserayê li Herêma Kurdistanê tenê li Çiyayê Hesen Beg maye.

Tora Medyayî ya Rûdawê payîza bihurî li ser darberûya Macranserayê belgefîlmek weşandibû.

Piştî belgefîlma Rûdawê, ev darberû hate rojevê û niha jîngehparêz hewl didin ku vê darberûyê ji nemanê biparêzin.

Jîngehparêzan dora van darberûyan bi têlan pêça û lewheyên hişyariyê bi daran vekirin.

“Em dixwazin van daran zêde bikin”

Serokê Enstîtuya Nebatên Kurdistanê Saman Evdirehman ji Rûdawê re got:

“Em dixwazin du sê tiştan bikin. Ewil em dixwazin dora van daran bi têlan bipêçin. Piştre jî em dixwazin tovê wan bi dest bixin û wan zêde bikin. Herwiha em dixwazin lewheyên hişyariyê bi daran vekin daku xelkê herêmê zanibe ev cureyê daran kêm bûye.”

Çalakvanên jîngehparêz dora daran bi têlan dipêçin lê ew dixwazin ku ji bo parastina van daran Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berpirsiyariyê bixe ser milên xwe.

“Ev nirxên me yên neteweyî ne û divê em wan biparêzin”

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî wiha got, “Ji bo parastina van daran tenê pêçana dora wan ne bes e, divê tim haya me ji wan hebe. Ji niha û pê vê dê tîmên me ji bo parastina wan tim hazir bin. Ev nirxên me yên neteweyî ne û divê em wan biparêzin.”

“Peyameke me ya gerdûnî heye”

Rêveberê Ofîsa Jîngehparêziyê ya Soranê Hejar Mahîr jî bal kişande ser birîna daran û pê de çû:

“Ji sedî 90ê daristanên Herêma Kurdistanê hatine birîn û em dixwazin daristanan biparêzin. Herwiha ji bo hişmendiyê peyameke me ya gerdûnî jî heye. Divê em vê peyama xwe ji van deverên dûr bigihinin diyasporayê, cotkaran û pêşengên olî.”

Li Kurdistanê 5 cureyên darberûyan hene û ev darberû ji sedî 90ê daristanên Kurdistanê pêk tînin.

Darberûyên Macransera yên bi navên “Qawqazî” yan jî “Şahdar” xeyn ji hokarên mirovî, ji ber hokarên weke guherîna keşûhewayê jî rûbirûyî nemanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst