Konsulxaneya Amerîkayê li ser civîna PDK û YNKyê daxuyaniyek belav kir

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Amerîkayê PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser civîna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir.

Şandên PDK û YNKyê doh li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewlên wan ên ji bo çaksaziyê û yekkirina Pêşmergeyan li hev kiribû.

Konsulxaneya Amerîkayê li ser vê rêkeftinê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ji ber rêkeftina di navbera PDK û YNKyê de kêfxweş in.

Şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) doh li Dabeşana Silêmaniyê civiyan.

Her du şandan piştî civînê daxuyeniyeke hevpar da ku ji 5 xalan pêk tê.

"Em li hêviyê ne ku  pêşveçûnek çêbibe"

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe ya li ser civîna PDK û YNKyê de anî ziman, “ Vê dema her du alî nêzîkî hev dibin û mijarên di berjewendiya gelê Kurdistana Iraqê de gotûbêj dikin em li hêviyê ne ku  pêşveçûnek çêbibe."

Herwiha di civîna doh de her du aliyan amaje pê kir ku divê hêzên Pêşmergeyan bibin yek û her du partî bi hev re tevbigerin.

5 xalên hevpar

5 xalên ku doh ji aliyê şandên PDK û YNKyê ve hatin pesendkirin bi vî rengî ne:

1- Her du alî piştgiriyê didin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re şewîrî û biryar da de bêne encamdan.

2- Ji bo ku ji gelê Kurdistanê re xizmeteke zêdetir were kirin divê pirsgirêkên bêqîmet ên di navbera her du aliyan de nebine asteng û divê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêyeke hevpar were dîtin.

3- Me biryar da ku pêvajoya birêxistina hêzên Pêşmergeyan berdewam bike.

4- Her du aliyan biryar da ku piştgiriyê bidine rêkeftinên kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

5- Ji bo ku em hîn bêhtir nêzîkî hev bibin, li dijî zehmetiyan têbikoşin û astengan nehêlin me biryar da ku em hevdîtinên xwe yên dualî û hevahengiya xwe bi rihekî Kurdistanî û welatperwerane bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst