Galeriya wêneyan

31-07-2022
27 Photos
Bilind T. Abdullah

100 şehîdên enfalkirî yên Barzaniyan îro Yekşemê bi merasîmeke bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirs û rayedar navxwe û derve li Goristana Şehîdên Enfala Barzaniyan hatin veşartin.

Duh Şemiyê 100 şehîdên Enfala Barzaniyan li Firokexaneya Hewlêrê, bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin. Ji bo 100 şehîdên Enfala Barzaniyan ku hatibûn qetilkirin, merasîmek hat lidarxistin. Îro 39. salvegera Enfala 8 hezar Barzaniyan e.

Serok Barzanî di axaftina xwe ya li merasîma veşartina 100 şehîdên Enfala Barzaniyan de got, “Şehîdkirina 8000 kesan karesateke mezin e û birîneke kûr e ku nayê jibîrkirin.” Her wiha anî ziman, “Demekê dîktatorekî pir pozbilind digot Barzanî gihîştine cezayê xwe û me ew şandin dojehê lê îro Barzanî bi vê serbilindiyê di nav me de ne û ew çû dojehê.”