Li Efrînê polîsên serbazî 3 welatî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Zirka ser bi navçeya Raco ya Efrînê, polîsê serbazî ser bi Tirkiye 2 welatî bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser û welatiyek ji bajarê Efrînê girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Zirka ser bi navçeya Raco ya Efrînê, polîsê serbazî 2 welatî bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser û welatiyek ji bajarê Efrînê girtin.

28ê Temûzê jî, polîsê sivîl ser bi Tirkiye 3 welatî ji gundê Meamel Oşaxî ser bi Mabataya Efrînê bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtibûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.