Hêzên Rûsî gereke serbazî li Til Koçer û Sêmalka kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsî gereke serbazî li nav bajarokê Til Koçer û li ba herdû deriyên sînorî Sêmalka û Welîd nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê kirin, piştre vegeriyan Dêrik û Rimêlanê gera xwe berdewam kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 30ê Temûzê hêzên Rûsî gereke serbazî li nav bajarokê Til Koçer û li ba herdû deriyên sînorî Sêmalka û Welîd nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê kirin, piştre vegeriyan Dêrik û Rimêlanê gera xwe berdewam kirin.

Bi vê gerê ev cara yekem e ku hêzên Rûsî li zona hêzên Amerîkî ya li Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî dikin.

26ê Temûzê jî, li navçeya Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê hêzên Rûsî gereke serbazî kiribûn.