Lehiyê 49 milyon dolar ziyan gihandiye Loristanê

31-07-2022
RÛDAW
Nîşan Lehî Rojhilatê Kurdistanê Loristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî berpirsên parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber lehiyên rojên borî  ziyaneke mezin bi çandinî û ajeldariya xelkê bûye ku bi sedan pez û bi dehan hektar bax û zeviyên çandiniyê ji nav çûne ku ew jî nêzikî 49 milyon dolar dike.

Rêveberê Kontrola Qeyranan a parêzgeha Loristanê Muhdî Pazûkî ragihand ku nêzîkî 2 hezar seriyê pez ji ber lehiyê mirar bûne, her wiha ziyan bi hezar hektar zeviyên çandiniyê û 50 hektar bax û 30 hewzeyên masiyan jî têkçûne.

Li gorî Pazûkî, lehiya li bajarê Elîguderz a parêzgeha Loristanê rabûye, bûye sedema ziyana nêzîkî 49 milyon dolaran.

Di heman demê de, Rêveberê Veterîneriya parêzgeha Loristanê Mistefa Zebrdest ragihand ku çend tîm ji bo komkirina zanyariyan derbarê ziyanan de hatine avakirin.

Lehî li parêzgeha Loristanê herî zêde bandor li bajarê Elîguderzê kiriye. Li bajêr ji malbateke koçer 5 kesan canê xwe ji dest dan û îro li bajêr şîna giştî hat dayîn.

Li gorî pêşbîniya keşnasiyê îro jî barîna baranê dê bidome û dibe ku lehî rabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst