100 şehîdên Enfala Barzaniyan dê îro werin veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûfatên 100 enfalkiriyên Barzaniyan îro Yekşemê bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Enfala Barzaniyan, bi amadebûna Serok Barzanî werin veşartin. Merasîma veşartina şehîdan dê di demjimêr 10:00an de birêve biçe.

Duh Şemiyê rûfatên 100 şehîdên enfalkiriyên Barzaniyan bi rêya Firokexaneya Hewlêrê hatin vegerandin û biryar e îro li Barzan bi xakê bêne spartin.

Rûfatên 100 enfalkiriyên Barzaniyan duh Şemiyê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi merasîmeke ku Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hejmareke berpisên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û çend berpirsên siyasî jî amade bûn hat pêşwazîkirin. Piştre ew rûfat ber bi devera Barzan hatin birêkirin ku li bajar û bajarokên li ser rêyên sereke xelk derketin ser cadeyan û bi Alaya Kurdistanê pêşwaziya wan kir.