Şandeke IHD û TIHV jî diçe Konyayê

31-07-2021
RÛDAW
Nîşan IHD Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirov (IHD) û Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) jî ragihandin ku ew dê bi şandeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye pêkanîn biçin navçeya Meram a ser bi Konyayê ve û bûyera kuştina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.

IHD û TÎHVê derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrişa li navçeya Meramê ya Konayayê hatin kuştin de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê bibîr xistin ku malbata Dedeogullari berê jî ketibû ber êrişê û êrişkar piştî demeke kurt hatibûn berdan. Tê dest nîşankirin ku ligel biryara parastinê jî malbat nehatiye parastin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî ragihandibûn ku dê 31ê Temûzê şandên wan biçin Konyayê û derbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd de lêkolînan bikin.

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst