38 sal di ser Enfala Barzaniyan re derbas dibin

31-07-2021
RÛDAW
Zêdetirî 8000 kes ji Barzaniyan hatin enfalkirin
Zêdetirî 8000 kes ji Barzaniyan hatin enfalkirin
Nîşan Enfal Barzanî Jenosîd Başûrê Kurdistanê Sedam Hisên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komkujî yan Cînosayd, kiryareke bi mebest e bo jinavbirina gelekî yan beşekî jê, ev gel dibe ku grûpekî etnîk, neteweyî, regezî yan olî be.

Kurd yek ji wan gelên diyarkirî ku piştî Cenga Cîhanî ya Duyem di 1945an de ket ber êrîşeke pilankirî ya dijminên xwe bo jinavçûnê, ya herî diyar proseya Enfalê bû.

Enfala Barzaniyan wek beşekî serekî yê proseya Enfalê tê naskirin, ku di 31-7-1983an de bi fermana rasterast a Sedam Hisên, serokê berê yê rejîma Beisê hate kirin.

Di Enfala Barzaniyan de zêdetirî 8000 kes, ku temenê wan ji 9 salan zêdetir li komelgehên bizorê yên parêzgeha Hewlêrê hatibûn dîlgirtin û veguhestin bo beyabanên Iraqê, li gor dekomentan li wê derê hatine gullebarankirin û piştre hatine xistin nav gorên bikom.

Tevî mezinbûna karesatê, lê hêjî dosyeya cînosaydkirina Barzaniyan li ser asta navdewletî itîraf pênehatiye kirin, tenê dadgeha bilind a tawanên Iraqê di roja 3 5 2011an de tawana wan wek cînosaydê nasandiye.

Mihemmed Ihsan, Profesor, dibêje, “Nasandina komkujiyê wek cînosayd, karekî hikûmî û ne hikûmî divê, çend prensîp hene ku divê li wan welatan bê nêrîn ku ev kar kirine. Li ser asta akademî divê karekî gelek baş bê kirin, me li Kurdistanê di asta akademî me nekariye kar bikin.”

Sala 1946an, Neteweyên Yekbûyî biryarek pejirand, ku tê de cînosaydkirin di çarçoveya yasaya navdewletî de, bi tawana cengê nasand, û di 1948an de Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, rêkeftina qedexekirina cînosyadkirinê û herwiha cezakirina encamderên wê pejirand.

Li ser asta navdewletî bi cînosaydkirina komkujiyekê, ne tenê wek komkujiyê tê hijmartin, belku divê aliyê qurbanîder di çend waran de kar li ser dosyeya wî bê kirin, komkirina belgeyan û rêkxistina tîmekî parêzerên pispor di warê cînosaydê de, hevdem divê ev tîm pisporê mîkanîzmaya birêvebirina wan corên dosyeya bin ku li dadgeha navdewletî ya tawanan têne kirin.

Lobîkirina li cîhana derve, bi taybetî li nav wan welatên ku dengê wan tê bihîstin û xwedî biryar in, ew lobî jî pêwîstiya wî bi çend fakteran heye.

Siyasî

Çêkirina peywendiyan ligel siyasetvanên desthilatdar heta bikaribin dosyeyan bilind bikin û guh li wan bê dayîn.

Aborî

Xerckirina pereyan bi rêya dîplomasî li pişt deriyên girtî be yan rêxistin, grûp û sendîkayan.

Medya

Heta ku dengê xwedî dosye bê bihîstin û raya giştî di astê de tevbigere.

Li egera bi cînosaydnasandina dosyeyekê, aliyê qurbanîder çend destkeft jê re dibin.

Di warê Manewî de, dibe sedema rehetbûna birînên qurbanîder û hestê aramiyê dide neteweyekê yan civakekê.

Qerebûkirina darayî ku çend awayan lixwe digire, pereyên kaş didin welat, netewe yan gelê qurbanîder.

Terxankirina pereyan bo çêkirin an avakirina jêrxana aborî  yan pêşkêşkirina xizmetguzariyan yan her cor projeyên din.

Bidestxistina piştîvaniya navdewletî, bi vê jî sê destkeft dibin:

- Rê li ber çêbûna cînosaydeke din digire

- Aliyê navxwe yê welat neçar dike ku itîrafê bi cînosaydkirinê bike

- Karasaniyê bo aliyê qurbanîder dike li egera her hewlekî bo bidestxistina mafekî xwe li nav welatê xwe, daku piştîvaniya navdewletî bidest bixe.

Mihemmed Ihsan, Profesor, dibêje, “Cara dawî ku Amerîkayê îtîraf bi cînosayda dijî Ermeniyan kir, zexta xelkê û lobiya Ermeniyan wisa kir ku îtîraf bi cînosaydê bê kirin.”

Kirokî bi cînosaydnasandina her dosyeyekê pêwîstiya wî bi komdengiya nav mala qurbanîder heye, bi awayekî ku li gor qalibê navçeyî derkeve û rehendeke neteweyî jê re bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst