Tirkiyê Til Rifet topbaran kir

31-07-2021
RÛDAW
Nîşan Til Rifet Şehba Hêzên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên artêşa Tirkiyê çend dever li navçeya Şehba ya li bakurê Helebê ku li jêr destê hêzên Kurdî de ye bi tundî topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê bi topên giran bajarê Til Rifet, gundên Nêrebiyê û Şealê li navçeya Şehbayê kirine armanc.

Hêzên Tirkiyê her wiha hersê gundên Merhinaz, Elqemiyê û Şewarixet el-Erz, ser bi nahiyeya Şera ya herêma Efrînê topbaran kirin.

Heta niha tu zanyarî derbarê zere û ziyan û qurbaniyên topbaranê de nehatine belavkirin.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst