37 sal di ser Enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn

31-07-2020
Hadî Selîmî
Zêdetir ji 26 malbatên Barzanî hene ku zêdetir ji 5 kesên wan hatine cînosaydkirin
Zêdetir ji 26 malbatên Barzanî hene ku zêdetir ji 5 kesên wan hatine cînosaydkirin
Nîşan Enfel Rejîma Beas Enfalkirina Barzaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 37 sal bi ser enfalkirina Barzaniyan de derbas bûn ku di encamê de 8 hezar Barzanî ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve hatin enfalkirin.

Dayika Lal ku berî 37 salan 4 kur û hevjînê wê bi ber pêla komkujiya 7 hezar zilamenên Barzanî ketin, jibilî rengê reş ti cilûbergên din ên bi rengekî din li xwe nake.

Lal Reşîd dibêje, “Biryar wisa bû, bi şev derkevin. Nebû nesîbê me, otomobîl nebû. Xwestin bi pê biçin.”

Dayikên qurbaniyan ku her sal berê xwe didin goristana enfalkiriyan, yek reng in û bi hezaran azar hene.  

Malxo dema ku 4 bira û bavê wî hatin komelkujkirin, kêmtir ji 15 sal bû û bi ber pêla komkujiyê neket. Niha jî bûye sîberê dayika xwe û herwiha xesûya wî jî 5 kur û hevjînê wê ji aliyê rejîma Iraqê ya wê demê ve hatin enfalkirin.

Malxo Mihemed dibêje, “Ew ên di komelgehê de bûn girtin, birayên min jî girtin. Bavê min nehatibû girtin û piştî 2 mehan ew jî hat girtin. Me nediwêra derkevin derve, bavêmin diçû kar.”

Zêdetir ji 26 malbatên Barzanî hene ku zêdetir ji 5 kesên wan hatine cînosaydkirin.

Roja 31ê Tîrmeha 1983 rejîam Sedam 8 hezar zilamên Barzanî li biyabanên başûrê Iraqê komelkuj kirin.

Di du qonaxan de 596 rufatên wan qurbaniyan hatine veguhastin ji bo Goristana Cînosaydkiriyan li devera Barzan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst