Serokê HAK PARê: Xelat û diyariya şehîdên Enfalê serxwebûna Kurdistanê ye

01-08-2020
RÛDAW
Nîşan Latîf Epozdemîr Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK PAR Enfal Kurd Kurdistan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HAK PARê dibêje, “Enfal rojek herî reş e di dîroka me Kurdan de” û tekez dike, “Xelat û diyarî û ruhşadiya şehîdên Enfalê serxwebûna Kurdistanê ye. Tenê ev yek şehîdên Kurdistanê dike nemir û wan ruhşad dike.”

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK PAR) Latîf Epozdemîr bi boneya 37emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan daxuyaniyek belav kir.

Serokê HAK PARê dibêje, “Roja 31ê Tîrmehê, salyada şehîdên Enfalê ye. Çawa ku li bîr e, di wê roja reş de, ji 8000 a zêdetir kes ji binemala Berzaniyan li deşta Besrayê, ji aliyê rejima xwînrêj a Beasiyan ve, sax hatibûn binaxkirin. Piştî ku ji aliyê rejima dagirker ve Enfal hate îlankirin, di navbera pênç salan de, di gel bûyera Helebce, bi deh hezaran kes hatin kuştin.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Îro, Başûrê Kurdistanê li ser rêya serxwebûnê ye. Serxwebûnxwestina Başûrê Kurdistanê qonaxa duyem a azadiya Kurdistana Başûr e. Dîrokê careke din bi zelalî da nîşan ku, zilm u zordarî ne bêpayan e. Bi kuştin û qetlîaman ne qabil e ku pêşî li azadiyê were girtin. Gelê Kurdistana başûr di qonaxê enfalê de bi mêrxasî berxwedanek pêkanî ku ev berxwedan ji bo hemu Kurdan bu nîşana hêvî û baweriyê. Tekoşîn û berxwedana Başûrê Kurdistanê, nimûneyek berçav e di azadiya Kurdistanê de. Rast e gelê Kurdistana Başûr ji bona van rojan bedeleke mezin daye. Lê ji bo azadî û serxwebûnê ev bedel hêja ye.”

Latîf Epozdemîr dibêje, “Di tarîxa Kurdistanê de, heta îro pir caran dijminan li her çar parçeyên Kurdistanê qetlîam û kuştin û tevkûjiyên dijmirovî li dar xistine. Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helebce, Newala Qesaban, Qamişlo û yên din, çend wêneyên dirindehiya dijminên Kurdan in. Dîsan jî Kurd li serpê man û hebûn û helwestên xwe parastin. Jenosîd (qirkirin) a here mezin a Kurdan bêgûman a di dema Enfalê de ye. Lewra Enfal ji bo hemû Kurdan rojek nejibîr e. Enfal rojek herî reş e di dîroka me Kurdan de.”

Serokê HAK PARê bale dikişîne ser navê wê qonaxa komelkujkirina Barzaniyan û dibêje, “‘Enfal’ navê ayeteke di Qûranê de. Di Qûranê de wek sûreya “El Enfal” hatiye binavkirin. Enfal bi mane û wateya qetlîam û xenîmetê tê zanîn. Seddam Huseyîn ji bo kiryarên xwe yên kirêt û qirêj, baweriya Îslamê ji xwe re kir hincet ji bo piştevaniya Misilmanan. Bi biryarek nîjatperestî, li ser navê Îslamê fermana Kurdan rakir. Di encama êrîşên Enfalê de, bi deh hezaran kes hatin kuştin, gund û bajêr hatin şewitandin û wêrankirin, wargehên Kurdistaniyan hatin kavilkirin, mizgeft û nimêjgeh hatin xerakirin, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn, kal û pîr û jin û zarok êsîr kirin û hepiskirin. Keçên biçûk hatin firotin. Keçên Kurda wek cariye hatin firotin ku piştî çend salan çendek ji wan keçan li Misir hatin dîtin ku di dema Enfalê de bi fermana Sedam hatibûn firotin. Çend kesek ji Keçên Kurd ku di dema Enfalê de hatibûn firotin piştî şoreşê vegeriyan Kurdistanê.”

Epozdemîr komkujiya Dêrsimê û ya Enfalê barawird dike û dibêje, “Li bîr e ku rejima Kemalist a Tirkiyê jî, di salên 1937-38an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersimê ji bo tedîpkirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujiyek mezin kiribû. Balafirên dewletê navçe bombebaran kiribûn û bi deh hezaran Kurd kuştibûn. Rejima Kemalist a Tirk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî, dabûn serbazan û pênasa wan winda kiribû. Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “Keçên Enfalê” her wekî hevin. Ev şerma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Tirk e.”

Serokê HAK PARê tekez dike, “Di dema Enfalê de, xesara herî mezin malbata Barzaniyan dît. Binemala Barzaniyan di vê demê de ji 8 hezaran zêdetir kal û pîr û zarokên xwe winda kirin. Ji heftan bigre hetanî heftêyan gelek zarok û mêr ketin ber xezeba Enfalê.”

Di dirêjiya daxuyaniya xwe de Serokê HAK PARê dibêje, “Sedam hemû daxwazên Kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Sedam ji aliyekê ve bi dewleta Îranê re şerekî tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir. Rejima faşist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberiyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bû. Rejima nijatperest a Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribû gola xwînê. Di seferberiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatin kuştin. Heşt hezar kes ji binemala Barzaniyan li beriya Besrayê bi saxî hatin binaxkirin. Kurdistan bi destê faşistan bu goristaneke mezin.”

Her di wê peyamê de Latîf Epozdemîr amaje bi Pirsa Kurd dike û dibêje, “Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Tirkiyê, hê jî berdewam e. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li Rojava û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê didome. Divê were zanîn ku ev rê şêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştiyane were çareserkirin.

Serokê HAK PARê dibêje, “Divê, baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştiyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn. Îro li herêma Rojhilata Navîn, li Iraq û Suriyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li hêzên xêrnexwaz Berxwedana Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdan e, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendiya mirovayetiyê jî didin. Şervanên Kurd, duh lî hîmber hêzên dirinde, bi gernasî, jiyana gelên navçe jî parastin. Ew gelên navçê ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan, bi top û bombeyan Kurda kuştibûn û xwestibûn ku fermana Kurda ji navçe rakin.”

Latîf Epozdemîr dibêje, “Ev şanaziya gelê Kurde ku şervanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin. Ev yek diyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz û bengiyê azadî û demokrasiyê ne. Xuya ye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê aştî û ewlehiya navçeyê ne. Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetiyê bêparin.”

Serokê HAK PARê tekez dike, “Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek biyaniyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye” û dibêje, “Yad be salyada şehîdên ENFALê. Xelat û diyarî û ruhşadiya şehîdên Enfalê serxwebûna Kurdistanê ye. Tenê ev yek şehîdên Kurdistanê dike nemir û wan ruhşad dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst