Galeriya wêneyan

01-08-2019
53 Photos
RÛDAW

Barzan (Rûdaw) - Li herêma Barzan bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayiq û çend nûnerên welatên biyanî û malbatên qurbaniyan merasîma komkujiya Barzaniyan birêve çû.

Îro 36 sal bi ser enfalkirina 8 hezar Barzaniyan re derbas bûn. Bi boneya yadkirina şehîdên vê komkujiyê îro li ser goristana şehîdan a li devera Barzan merîsemeke mezin hat lidarxistin.

Di destpêka merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq û nûnerên kesûkarên şehîdên enfalkirî destegul li ser gorên şehîdan danîn.

Enfala Barzaniyan 36 sal bere pêkhatibû û 8 hezar Barzanî hatin enfalkirin û heta naha tenê termê 596 kesên enfalbûyî hatine wegerandin bo goristana taybet a jenosoida Barzaniyan a li Barzanê.