Rizgarbûyekî Enfala Barzaniyan behsa çîroka xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 36 sala bi ser Enfala Barzaniyande derbas dibe û rizgarbûyê Enfala Barzaniyan li komelgeha Quştepe Mecîd Mela çîroka rizgarbûna xwe ji bo Rûdawê behs dike. Mecîd Mela diyar kir ku ew ji enfalê rizgar bû, lê ji malbata wî 33 kes hatin revandin.

 

Rizgarbûyê Enfala Barzaniyan Mecîd Mela (54) dibêje, 31ê Tîrmehê weke rojên derbasbûyî, xelkê komelgeha Quştepe xwe ji bo çûna ser karên xwe amadekiribû, lê ji nîşka ve bi dehan koster hatine nav komelgehê, di çend demjimêran de 2 hezar û 252 kes girtin û birin başûrê Iraqê.

 

Mecîd Mela got: “Hikûmeta wê heyamê ya Iraqê di sala 1980an de ji eşîra Barzaniya nêzîkî 3 hezar kes li Kampa Quştepe bicihkirin. Wê heyamê ez zarok bûm. Niha jî dema ez wê mala zarokatiya min lê derbasbûyê dibînim ew roja reş tê bîra min. Bîranînê vî xanî ji bo min gelek xirab in.”

 

Mela da zanîn ku 33 kes ji malbata wî ji aliyê leşkerên Beesî ve hatin revandin û dibêje: “Wê rojê ji Quştepeyê 2 hezar û 252 kes ji aliyên leşkeran ve hatin girtin û li biyabanên Semaweyê ya Musennayê hatin enfalkirin.”

 

Mecîd Mela wiha behsa rizgarbûna xwe dike: “Rejîma Beesî em ji warê me kirin û birin kampên xwe bicihkirin. Lewma ji bo debara xwe em heroj dihatin li Hewlêrê me kar dikir. Rojekê dema em ji bo kar diçûn Hewlêrê leşkeran em dorpêç kirin û ji 10 saliyê mezintir hemû kur û zilam girtin. Pîr, nexweş, geng û zarok li minîbûsa siwarkirin û ber bi Kerkûkê ve rêketin. Ew pasa ku em têde bû, li nêzîkî Pirdê ji kar ket.  û Min jî derfet dît ku xwe rizgar bike û birevim.”

 

Di salên 80î yên sedsala 20an de, rejîma Beis a Iraqê operasyona Enfalê di heşt qonaxan de li dijî gelê Kurd dest pê kir û li gor amarên ku heta niha hatine komkirin, di encama operasyonê de zêdetir ji 182 hezar welatiyên sivîl ên Kurd, tevî jin û zarokan jî, hatin komkujkirin.