BARZAN - Merasîma bîranîna şehîdên Enfala Barzaniyan birêve çû

Barzan (Rûdaw) - Di 36.salvegera biranîna şehîdên jenosîda Enfala Barzaniyan de, li devera Barzan li ser goristina qurbaniyan merasîmeke bilind birêve çû.

 

Îro 36 sal bi ser enfalkirina 8 hezar Barzaniyan re derbas bûn. Bi boneya yadkirina şehîdên vê komkujiyê îro li ser goristana şehîdan a li devera Barzan merîsemeke mezin hat lidarxistin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq,  wezîr û berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê, Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad, konsol û nûnerên dewletan , kesûkarên şehîdan û nûnerên hejmarek ji rêxistinan di merasîmê de amade bûn.

 

Di destpêka merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq û nûnerên kesûkarên şehîdên enfalkirî destegul li ser gorên şehîdan danîn.

 

Rejîma Sedam Husen 36 sal berî niha di çarçova operasyonên enfalê  de 8 hezar kesên Barzanî komkuj kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî: Îsal bibîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e




Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima. salvegera enfala Barzaniyan de got: “Îsal bibîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e, çimkî çavên me li biyabanên Nugre Selman e ku di van demên dawiyê de gorên bikomî yên enfalkiriyan têde hatiye dîtin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima 36. salvegera enfala Barzaniyan de, ku li devera Barzan birêve çû gotarek pêşkeş kir.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku enfalkirina Barzaniyan bi hemû pîvanan jenosîd e, û got: “Jiyana jin û zarokên Barzaniyan piştî Enfalê gelek dijwar bû. Erkê xwedîkirina zarokan ket ser milên serbilind ên Barzaniyan û gelek zarok neçar bûn ku dawî li xwendina xwe bînin.”

 

Barzanî spaiya xelkê Hewlêrê kir ku alîkarên mezin bûn bo sernegirtina plana enfalkirina Barzaniyan bi temamî.

 

Serok Barzanî: Dijmin heşt hezar Barzanî enfal kirin lêbelê nekarî wê rêbazê bişikînê



 

Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 36. salvegera enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.

 

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bibîr dixe ku rejîma Bees 36 sal berî niha bi awayekî dirindane heşt hezar zilam, pîr û lawên Barzanî, li temena neh salî heta bi salaçûyê not salî, rapêçî çol û biyabanên Başûrê Iraqê kirin û bi awayekî nemirovane komkuj kirin.

 

Serok Barzanî dibêje: “Ew tawan helqeyek bû ji wê zincîra karesat û qurbanîdanên li ser gede û zarokên gelê Kurdistanê û her li bêserûşûnkirina 12 hezar xort û lawên Feylî û Enfala Germiyan û kîmyabarankirina Helebçe heta asîmîlasyon, erebkirin, veguhestin, êrîşa terorîstan û tawana li dijî xwîşk û birayên me yên Êzîdiyan.”

 

Serok Barzanî amaje bi wê dike di dirêjahiya dîroka xebata rizgarîxwaziya Kurd de, tevahiya gelê Kurd tûşî karesat û êşan bûye û diyar dike, “lêbelê dijmin bi taybetî rikeke zêde beranber Barzan hebû, wekî navend û malbenda şoreş û berperçdana dagîrkerî û kaniya rêbaza serbixweyîxwaziyê, jê tirsiyan.”

 

Serok Barzanî, di peyama xwe de got ku dijmin heşt hezar Barzanî enfal kirin lêbelê nekarî wê rêbazê bişikînê û niha jî ew rêbaz nûnerayetiya Kurdayetiyê dike.

 

Di dewama peyamê de Serok Barzanî dibêje, niha jî car bi car rengvedana bîra şovenî û enfalkeran li tevger û reftarên hinek kes û aliyan tên dîtin ku ev kêşeya sereke ya gelê Kurd bûye li hikûmetên bexdayê.

 

Serok Barzanî tekeziyê li ser wê dike ku bîranîn tenê ji bo bîranîna êş û azaran nîn e û bo wê ye ku hemû şiyan ji bo nehiştina wê hizra ku em enfal kirin bixin holê, û pê de diçe: “Ji bo wê ye wîjdana civaka navdewletî bilerize û dema ku gorên bi komê yên azîzên me li çol û biyabanên Iraqê têne peydakirin, şermê ji gelê me bikin û bizanin çi zilmek li me kirine û ew bêdeng bûn.

 

Mesrûr Barzanî: Jenosîdkirina Barzaniyan destpêka operasyoneke nijadperestane bû



 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya 36.enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.

 

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bi gotina, “jenosîdkirina Barzaniyan destpêka operasyoneke nijadperestane ya rêjîma Bees bû li dijî xelkê Kurdistanê”, tekez kir ku piştî wê operasyonê, “enfalkirina deverên Germiyan û Badînan û kîmyabarankirina Helebcê û deverên din yên Kurdistanê hat.”

 

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje: “Devera Barzan di heyama borî de gelek caran rastî wêrankirin, şewitandin û komkujiyê hatiye ku herî dawî operasyona jenosîdkirina heşt hezar Barzanî çêbû. Lê ew qas zilm û zordarî nekarî ruhê berxwedan û bergirî û xebatê li vê deverê serkut bike.

 

Mesrur Barzanî destnîşan dike “bi xebat û qurbanîdana gelê me û Pêşmergeyên me yên qehreman, Herêma Kurdistanê pêk hat, gelê me ma û enfalker tine bûn.”

 

Mesrûr Barzanî herwiha tekeziyê li ser berdewamkirina xizmetkirina bo kesûkarên enfalkiriyan dike û diyar dike ku bi ew dê berdewam bibin bo dabînkirina maf û pêdiviyên kesûkarên enfalkiriyan.

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekî jî dike ku di hevdîtinên li gel hikûmeta Iraqê re ‘qerebûkirina madî û manewî ya qurbaniyên enfalê’ yek ji mijarên sereke ye.