Li Serê Kaniyê kêmbûna asta avê bûye pirsgirêkek mezin

31-07-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê Av
A+ A-

Serê Kaniyê (Rûdaw) - Li bajarê Serê kaniyê, ji ber guhertina rewşa hewayê û kêmbûna asta avê di kaniyan de, ziyaneke mezin li jêrxaniya wî bajarê dikeve û di encamê de , şikeft li wê deverê çêdibin û avrêjin wê jî ji nav diçin.

 

Ji aliyekî din ve û ji ber ku serêkaniyê bajarekî sînorî yê bi Tirkiyê re ye, hikumeta Tirkiyê li ser wan çemên ku ji wî welatî derbasî deverê dibin, bendav danîne, ava paqij di nava welatê xwe de kom dike û ya qirêj berdide rojavayê kurdistanê û tevlî ava kaniyan dibe ku di encamê de ew av êdî nema jibo vexwarinê biker tê.

 

Daiyka Ehmed dibêje, ava me li Serê Kaniyê pîs bûye û millet gişt nexweş dikevin. Mezin û biçûk tevde nexweş dibin.

 

Welatiyê bi navê Memo Oso jî dibêje, ew dixwazin dora kaniyên heyî, bihêne bilindkirin, ji ber ku dibe di pêşerojê de ava wan kaniyan zêde bibe, herwiha jibo ku ava qirêj nekeve nav ava paqij.

 

Derbarê heman mijarê şaredariya bajarê Serê Kaniyê amara ziyanên salane belav dike û dibêje, ku salê derdora 8 heta 10 haletên rûxandina xaniyan û derketina şikeftan çê dibin.

 

Serê Kaniyê yek ji bajarên rojavayê kurdistanê ye ku hejmara herî zêde ji kaniyên avê têde hene lê piştî ku asta avê kêm bû, û ew kanî hêdî hêdî vala bûn pirsgrêka daketina erdê rûda.

 

Jibo çareserkirina vê pirsgrêkê jî, berî destpêkirina kirîza sûriyê hikumeta wî welatî hewla nûjenkirina tevaya avrêjên jêrxaniya sere kaniyê dabû ku di wê demê de lêçûna guhertina wan avrêjan bi miliyarek lîreyên sûrî dihat texmîn kirin , lê niha pêwîstî bi 15 miliyar lîreyên sûrî heye daku bê nûjen kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst