Şaredariya Gel a Serê Kaniyê hişyariyek da xelkê

31-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Serê Kaniyê (Rûdaw) - Şaredariya Gel li bajarê Serê Kaniyê îtirafê bi biryarên Encûmena Şaredariya berê ya vî bajarî nake.


Di daxuaniyekê de Şaredariya Gel li bajarê Serê Kaniyê ragihand ku ew îtirafê bi biryarên Encûmena Şaredariya berê nake, ku piştî 2011an derketine.


Şaredariya Gel li Serê Kaniyê daxuyaniya xwe arasteyî wan xelkan kiriye ku li navçeyên girêdayî wê ve ne, herwiha xelkên navçeyên ser bi şaredariyên bajarokên Tel Helef, Mebrûka û gundên Menacîr, Elok û Sefih.


Di vê daxuyaniyê de, Şaredariya Gel daxwaza wê yekê dike ku nabe kesek ti zevî û xanûberên giştî ji şaredariya berê bikire bêyî ku li Şaredariya Gel vegere.


Li gorî ragihandina endamekî ji Şaredariya Gel li vî bajarî, sedema sereke ji bo vê yekê ew e ku zevî û xanûberên giştî bêne parastin û rêgirî li ber serpêçiyan were kirin.


Tê zanîn ku şaredariya kevin a Serê Kaniyê ji destpêka sala 2012an ve hatibû girtin, lê karên xwe yên rêveberî li navenda bajarê Hesekê birêve dibirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst