PANELA Giştpirsiyê – ‘Kurd êdî aktor in’

31-07-2017
RÛDAW
Nîşan Giştpirsî Serxwebûn Referandum Kurdistan Mesopotamia Kurdish Research Centr
A+ A-

London (Rûdaw) – Li paytexta Birîtanyayê bajarê Londonê paneleke bi navê “Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê” hat sazkirin.


Panel ji aliyê Mesopotamia Kurdish Research Centreyê ve li Londonê 28ê tebaxê bi mijara giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.


Siyasetmedarê kurd Mehdî Zana, akademisyên Dr. Deniz Çiftçî, nivîskar û rojnamevan Akin Olgun û Dr. Îbrahîm Malazade wekî gotarvan beşdarî panelê bûn.

 

Di destpêkê de Deniz Çiftçî gotara xwe pêşkêş kir û diyar kir ku li gorî rapirsiya pêk anî, her alî tevî rexneyên xwe piştgiriya referandumê dikin.


Çiftçî bal kişand li ser aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê û got: “Ji bo pêkanîna referandumê dema herî guncaw ev dem e.”


Piştî Deniz Çiftçî siyasetmedar Mehdî Zana axivî û destnîşan kir ku kurd niha heyameke girîng derbas dikin û got: “Referandum gellek girîng e. Lewma divê hemû alî erka xwe pêk bînin.”


Akin Olgun jî got niha li Kurdistan û Rojhilata Navîn di mercên niha de nîqaşên li ser mafê diyarkirina çarênûsê “paşve mayî û kêm e. Ev mafekê rewa ye.”


Olgun wiha domand: “Di sedsala 20emîn de têne kurd netewebûna xwe pêk nehanîn. Kurd tevahiya êşên sedsala 20temîn veguhestin sedsala 21emîn. Kurd bi gellek zehmetî û êşan gihîştin vê qonaxê. Divê bi kelecanî pêşwazî li referandumê bê kirin.


Kurd êdî bûna aktor. Di vê dengdayînê de jib o serwebûnê dê nebêjin nexêr. Kurdên ku serxwebûna xwe û yekîtiya xwe pêk anîn dê bi hêz birûnin li ser masayên gotûbêjan.”


Îbrahîm Malazade jî behsa rewşa herêmê û Kurdistanê kir û got: “Tevî her tiştî trena serxwebûnê Kurdistanê bi rêketiye. Ev trend ê bi her awayî li ser rêya xwe berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst