SILÊMANÎ – Pêşmergeyên xanenişîn xwepêşandanê dikin

31-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Pêşmerge YNK Silêmanî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Pêşmergeyên xanenişîn ên Silêmaniyê, ji ber paşketina meaşên xwe li ber avahiya Polîtbûroya YNKê xwepêşandanek sazkirin û daxwaza meaşan kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Saman Beşaretî ragihand ku îro danê sibê komek pêşmergeyên dêrîn li ber avahiya Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê kom bûn û ji rêveberiya YNKê daxwazkirin ku ji bo dayîna meşaên wan guvaşê bixin ser hikûmetê.

 

Pêşmergeyekî xanenişîn ji Rûdawê re got: “Daxwaziya me rewa ye. Di sala 2016ê de me tenê 3 meşa wergirtine. Ev e meha 8ê hat û em dixwazin guvaşê bixin ser hikûmetê da ku meaşên me bên dayîn.”

 

Pêşmergeyek dine başdarê xwepêşandanê bibû diyar kir ku hinek ji pêşmergeyan di xaniyên kirê de rûdinin û pereyên wan ji bo xercên rojane jî nemaye.

 

Wi pêşmergeyî bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî kir ku ji bo pêdana meaşên wan xemxwar bin.

 

Pêşmergeyek din jî daxuyand ku ew di hemû deman de di çeperên şer de bûne û got: “Piştî ku xanenişîn bûn, em dîsa çûne çeperên şer û me berevaniya xaka nîtîman kir. Lê meaşên me nadin. Me tenê meaşên meha Adarê wergirtiye.”

 

Ji ber krîza darayî, hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji mûçeyên karmend û xanenişînan biriye. Ev biryar pêşmergeyên xanenişîn nagre lê ew dibêjin ku dikarin 2-3 mehan carekê meaş werbigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst