LI ŞEMZÎNAN ŞER - Rêyên çûnûhatinê hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de pevçûn derket û rêyên çûnûhatina navçeyê hatin girtin.


Li devera gundê Altinsu yê navçeya Şemzînanê îro di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de şer derket.


Helîkopterên Kobra jî beşdarî operasyonê bûn û hêzên leşkerî bo herêmê hatine veguhestin.


Carnan şer gurr dibe û dengê çek û teqînan ji gund tê bihîstin.


Ji aliyê din ve li Taxa Yeldeyê ya navçeyê gerîlayên PKKê bi roketan êrişî wesayîta leşkerî kirin.


Hêj encama vê êrişê nehatiye zanîn, lê rêyên çûnûhatina navçeyê ji ber şer û pevçûnê hatin girtin.