YPS: Me 48 şehîd dan!

31-07-2016
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistan Nisêbîn Şer Tirkiye Şehîd
A+ A-

Navenda Nûçeyan – YPSê hejmara şehîdên xwe di şerê li navçeya Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê aşkere kir.

 

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) îro yekşemî derbarê hejmara şehîdên xwe yên li navçeya Nisêbîn a girêdayî parêzeha Mêrdînê de daxuyaniyek weşand.

 

Di vê daxuyaniyê de YPSê nasnameyên wan şervanên xwe aşkere kir, ku di şer û pevçûnên navçeya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane.

 

YPSê da xuyakirin, ku di pevçûnên li Nisêbînê de 48 şervanên wê jiyana xwe ji dest dane.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ew şervan di ber armanca “xwerêveberiyê” de şehîd ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst