Operasyonan geşt û guzariya Amedê têk bir

31-07-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şer û pevçûnên ku di navbera PKKê û Artêşa Tirk de berdewam dikin, di nava heftiyek de geşt û guzariya Amedê têk bir. Ji sedî 45 turîstên ku dixwestin bêne Amedê, hatina xwe ya Amedê betal kirin. Şîrketên turîzmê dibêjin eger wiha biçe hejmara turîstên ku dê hatina Amedê betal bikin bigihije ji sedî 90î.

 

Piştî ku bircên Amedê ketin lîsteya UNESCOyê, aborînas û şîrketên turîzmê di wê baweriyê de bûn ku geşt û guzariya Amedê geş bibe. Lê hêj li ser vê biryarê mehek derbas nebû, di navbera PKK û Artêşa Tirk de şer û pêvçûn dest pê kirin. Ji ber vê yekê jî turîzma Amedê têk çû.

 

Şîrketên ku ji bo geşt û gûzariyê turîstan tînin Amedê, yek bi yek hemû rezervasyonên xwe yên balafir û otêlan betal kirin.

 

Rêveberê Tursabê yaYekitiya Acenteyên Turîzmê ya Tirkiyeyê Dogan Şan ji Rûdawê re diyar kir rezervasyonên me niha ji sedî 40 kêm bûne û wiha got:

 

“Piştî şer û pevçûnan gelek kes telefonê me kir û rezervasyonên xwe betal kirin. Hinceta betal kirinê jî ev ê: Dibêjin li wir şer heye, ewlehiya me tuneye em nayên.”

 

Xwediyên otêlan dibêjin ew li bendê bûn ku îsal hejmara turîstan qat bi qat zêde bibe. Lê niha bi hinceta ewlehî tune ye, piraniya rezervasyonên wan betal bûne.

 

Midûrê otelê Kadir Varçin jî derbarê vê yekê de wiha got:

 

“Rezarvasyonên me gelek kêm bûn. Beriya şer û pevçûnan ji sedî 40 daxwaza ji bo Amedê zêde bibû. Lê piştî şer û pevçûnan gelek kesên ku rezervasyon kiribûn, hatina xwe betal kirin. Li medyayê dinêrin û dibêjin ewlehiya me tune ye. Ji ber vê yekê jî rezervasyonên me ji sedî 45 kêm bûn.”

 

Di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de hejmara turîstên ku hatine Amedê ji sedî 20 zêde bû. Lê ji ber pevçûnan hejmara heyî jî li ber têkçûnê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst