Dîmenên jiyana penaberên Dûmîzê arşîv dike

31-07-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dihok (Rûdaw)- Wênegirê Başûrê Kurdistanê Salim Seîd berdewam derdana kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê dike û dîmenên jiyana wan arşîv dike.

Salim Seîd bi zûma kamera xwe rojane serdana wê kampê dike û dîmenên jiyana zarok, jin û mêr û kal û pîran dike arşîvek û wek ew dibêje, gellek caran alîkariya dezgehên ragihandinê medyayan kiriye bi wan wêneyan.

Seîd bi xwe ji penaberî dîtiye lewma dixwaze bi wan wêneyan alîkariya van penaberan bike û dîmenên jiyana wan bike arşîv û belge li ser xweşî û nexweşiyên ku di nava kampê de dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst