Dêrsîm- Di bûyera tirafîk de 14 birîndar

Dêrsîm (Rûdaw) – Li navçeya Pilûr a bajarê Dêrsîmê di encama bûyereke tirafîkê de yek jê giran 14 kes birîndar bûn.

Şevê din li nêzî gundê Qirgat ê ser bi qezaya Pilûr a Dêrsîmê 17 kesên ku ji bo dayîna boraq û qurbana çûn ser Ziyareta Mûnzir Bava di vegerê de wesayîta wan ji rê derket û wergeriya. Ji wesayîta ku qulibî jêrî rê yek jê giran 14 kes birîndar bûn.

Ajokarê mînîpas a bi jimareya 62 AL 383 Celal Gulatar dema firên teqiya, serweriya wesayîtê ji dest da û tevî rêwiyan qulipî binê rê.

Piştî bûyerê amêrên firyatketinê ambûlans gihêtin cihê rûdanê. Birîndarên ku ji wesayîta wergeriyayî hatin derxistin, veguhestin Nexweşxaneya Dêrsîmê.