Li bajarê Til Hemîsê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi dronan êrişî du otomobîlan hat kirin / Wêne: Meyaya civakî
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Til Hemîsê 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.
Li bajarê Til Hemîsê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê du otomobîl rastî êrişa dronan hatin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişê daxuyaniyek da.
HSDyê diyar kir ku di wê êrişê de 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniya xwe de HSDyê got:
"Di êrişeke terorî ya nû de, dronên Tirkiyeyê îro piştî nîvro li herêma Til Hemîsê ambulanseke dermankirina birîndaran, wesayîtek û nuqteyeke leşkerî ya hêzên me bombebaran kirin.
Di bombebaranê de 2 şervanên me şehîd bûn."
🔴Li bajarê Til Hemîsê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi dronan êrişî du otomobîlan hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 31, 2024
🔴HSDyê ragihand ku di wê êrişê de 2 şervanên wan canê xwe ji dest da pic.twitter.com/zUtg2tj49y
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse