Li Rihayê hinek endamên Meclîsa Şaredariyê hatin desteserkirin

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Sirûc Riha Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya Rihayê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 11 kes hatin desteserkirin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li navçeya Sirûcê hêzên ewlehiyê bi ser çemd malan de girt.

Di operasyonê de endamên Meclîsa Şaredariya Sirûcê yên DEM Partiyê Muslum Karak, Mustafa Ozberk û Bêrîtan Aslantekîn bi hinceta endamtiya PKKyê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên dawî, bi giştî 11 kes hatin desteserkirin.

Tê gotin ku di dema lêgerînê de miameleyeke xerab bi Bêrîtan Aslantekînê re hatiye kirin û gef lê hatine xwarin.

Herwiha parêzerê ku pêwîst bû di dema lêgerînê de amade bûya, nehatiye agahdarkirin.

Hêzên ewlehiyê hinek pirtûk û defterên ku logoya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser wan bû, bi xwe re birine.

Her 11 kes jî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Sirûcê.

Li hêla din, hat ragihand ku dibe hejmara wan zêdetir jî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst